Wêne: Nick Näslund/Sveriges Radio

Gef û tundûtûjî dijê karmendên daîreyan bilindtir bûye

Daireya Hawirdora Karî / Arbetsmiljöverket  ji ber bilindbûna tehdîdên li ser karmendên daireyên resmî, dê îro destbi  çavdêriya 2000  wan  karan bike.  Ango daîre û rêveberiyên fermî. Hejmara giliyên gefxwarin û tundûtûjiyên li ser karmendan bûye du carên xwe di van 15 salên dawîn de. Dozger, asistan û çevdêrên jîngehî çend mînak in ji van ku  di karên xwe de rastê êrişan tên.

Ev ji çend aliyan ve pirsgirek e dibêje rêveberê giştî yê Arbetsmiljäverket Mikael Sjöberg.

- Ji ber peydakirina personalên jîr dijwar dibe, mirov dikare bifikire ka ew dikarin kaliteya karê xwe di pêşerojê de jî bidomînin an na, ku di civakek medenî de giringtirîn tişt e. Encama herî neçê jî ku bandor li biryardayîna hinek kesan dibe ew dem ewleyî jî dikeve bin xeteriyê de dibêje Mikael Sjöberg.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".