Wêne: Marwan Naamani/Scanpix.

Baweriya Håkan Juholt bi piştgiriyek demdirêj li Libyayê nayê

Serokê partiya Sosyaldemokratan Håkan Juholt baweriya xwe bi demdirêjtirkirina alikariya leşkerî li Libyayê nayne. Li gor biryara parlementoya Swêdê dema vê  erkê heta dawiya îsal e. Li ser vê mijarê Juholt radigihine ku ew bawer nake ev dem bê dirêjtirkirin.

Dema parlemento 1 nîsanê vê biryarê da, hêviya çareseriyek zû ji bo Nakokiya Libyayê hebû. Lê niha tê bawer kirin ku ev şer, şerekî demdirêj e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".