Vehilbijartin li Västra Götaland /Scanpix

Li Västra Götaland vehilbijartin

Roja yekşemê 1,2 milyon kes li herêma Västra Götaland wê cardin biçin ser sindoqan û ji bo meclisa wîlayetê dengê xwe bidin. Heman rojê 26 hezar Örebroyî jî wê ji bo şaredariyê biçin ser sindoqan. Ji ber gilî û gazinên derbarê kêmasî û çewtiyên hejmartina dengan de hatiye biryardan ku hilbijartinên nû bên kirin.

Rojek yekşemê di nîvê gulanê de xuyaye wê zehmet be ku pir kes biçin ser sendoqan. Profesorê siyasetê Folke Johansson li Zanîngeha Göteborg dibêje mirov êdî afîşan dibîne, gotûbêj di çapemeniyê de tên kirin lê mijara xeberdana li kolanan ne hilbijartinin.

Vehilbijartin li Swêdê gelek kêm in. Piştî hemû hilbijartinên parleman, wîlayet û şaredariyan gilî û gazin tên kirin. Di hilbijartinên payîza derbasbûyî de 92 îtîrazên cuda ji Desteya Çavdêriya Dengdanê (Valprövningsnämnden) re hatin. Van îtîrazan jî rê li ber du vehilbijartinan vekir. Vehilbijartin li tevaya wîlayeta Västra Götaland û li çar herêmên şaredariya Örebro divê bên kirin.

Li Örebro 17 deng çewt hatibûn hijmartin. Îhtîmala duristiyê wek ji %40 hatibû dîtin û kursiyek ji dêla Sosyaldemokratan çûbû ji Partiya Gel (Folkpartiet) re. Bi vî awayî koalîsyona burjuva tevî Partiya Kesk (Miljöpartiet) dikarîbû rêvebiriya xwe berdewam bike.

Li gor Desteya Çavdêriya Dengdanê di hilbijartinên di her pênc herêmên hilbijartinê yên wîlayeta Västra Götaland de çewtî derketine. Li vir 16 rayên Partiya Navend (Centerpartiet) nehatibûn hejmartin û bi texmînek mezin eger ev 16 deng hatibane hejmartin Partiya Navend wî bibe xwedan kursiyek. Lê ji ber şaşjimartinê ev deng çûbûn ji Sosyaldemokratan re û wan kursiyek zêde bi dest xistibûn. Bi vî awayî mêzîna dengan li Göteborg hatibû guhertin.

Belê, li Swêdê  vehilbijartin nadir in û pir kêm tên kirin. Di sala 1975ê de Desteya Çavdêriya Hilbijartinan hat sazkirin û ji hingî ve tenê li çar şaredariyan vehilbijartin hatine kirin.

Ê baş e wê gelek kes biçin ser sindoqan gelo? Nexêr, li gor ku xuya ye beşdariya hilbijartinan wê ji hilbijartina payîzê pir kêmtir be. Di hilbijartinên giştî de li Västra Götaland ji %80 çûn ser sinidoqan û li Örebro jî beşdarî ji %83 bû. Hemû lêkolînên raya giştî wê işaretê didin ku roja yekşemê beşdarî wê kêmtir be.

Hetta xeter heye ku beşdarî ji %50 jî nebihûre. Di dîroka Swêdê de tenê di hilbijartinê parlemena Ewrûpa de beşdarî kêmtir bûye. Beşdariya di hilbijartinên giştî de ji sala 1950 ve derdorê ji % 80 e.

Me ji du niştecihên Göteborg pirsî bê ewê tevlî hilbijartinan bibin yan na.

Gelek kes jî nizanin bê hilbjijartinên wîlayetê ji bo çi ne û bê meclisa wîlayetê bi çi pirsan ve mijûl dibe. Li gor lêkolînek ku Sifo ji bo Televizyona Swêdî SVT kiriye ji %46ê xelkê pirsên lênerîna nexweşan wek pirsa herî girîng dibînin, ji %26 gotin tiştek din û pir kêm kesan mijarên herêmî destnîşan kirin.

Pirsên herî girîng yên meclisa wîlayetê lênerîna nexweşan û trafîka kolektîv e.

Fikarek din ku derdikeve jî ew e bê şaşiyên di hilbijartinan de baweriya bi sîstema hilbijartinê qels dike yan na? Profesor Folke Johansson ji Zanîngeha Göteborg dibêje:

- Bêguman ev baweriyê hebekî dişkîne û wêneyekî wa radixe ber çavan mîna ku em nikaribin hilbijartineke durist pêk bînin. Lê ji aliyê din ve ez di wê baweriyê de me ku mirov dikare bêje: ”Mey, dema pêwist dibe ew çewtiyên xwe sererast dikin” û bi vî awayî jî nerîna li hember sîstemê erênî bibe.

Di gotûbêjan de herweha dihate vegotin bê serokên partiyan û siyasetvanên giştî yên welêt çiqas elaqê xwe ji van hilbijartinên herêmî bînin. Serokên partiyan bi amadebûna li cî û axavtinkirinan destek dane partiyên xwe. Serokê Sosyaldemokratan yê nû Håkan Juholt herweha serokwezîr Fredrik Reinfeldt dawetî şerê peyvê û duello kir. Lê ev daxwaza wî bi sedema ku ev hilbijartinên herêmî ne nehate qebûlkirin.

Hem li Västra Götaland hem jî li Örebro balansek pir nazik heye. Bi çend dengan mêzîna kursiyan digere biguhere û piranî biçe aliyê sorkeskan yan burjuva. Siyasetnas diyar dikin ku beşdariyek kêm ji aliyê burjuva re baş e. Yusuf Cabdow ku bi eslê xwe somalî ye siyasetvanekî Sosyaldemokrata yê Örebro ye. Ew dixwaze aliyek piraniyê dengan bi dest bixin.

- Dema Demokratên Swêdê (Sverigedemokraterna) di mêzîna dengan de tayinker in mirov nikare rêvebiriyekê bike. Girîng e yan burjuva dengên ekseriyet bistînin yan jî em. Eger em hindikayî bin emê ji partiyên burjuva li piştgiriyê bigerin lê ti caran em ji Demokratên Swêd (Sverigedemokraterna) arîkariyê naxwazin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".