Wêne: Sören Andersson/Scanpix.

Qanûneke nû ji bo parastina zarokan tê xwestin

Divê qanûneke nû bê dayîn ji bo parastina zarokên ku li Swêdê mafê rûniştinê wergirtine. Ev daxwazî ji Neteweyên Yekbûyî  FN ê ji waqfa zarokan Unicefê tê ku di Radioya Swêdê  Ekot ve tê rapor kirin. Li ser wan du zarokên ku dê bêne şandin bi dayika  ku nesaxiya derûnî pê re  heye, û dixwaze wan bikûje.  Ev herdû  zarok du kurikên du salî û çar salî ne, ku dê bişînine Uzbekistanê.

Dayîk bi nesaxiya derûniye ketiye û  nikare zarokên xwe xwedî bike, heta doktorên wê dibêje ku dayik qesta kuştina zarokên xwe jî dike.

Di nameyekê de ji hikumetê re ji  Unicefa Swêdê, dinivise ku Swêd li dij hevpeymana Neteweya Yekbûyî derdikeve. Lewra aliyeke ku Swêd piştgiriya zarokên di rewşên nebaş de derdikeve, û di heman demê de bi dêûbabên ku jiyana wan dikin nav gefê de.

Christina Heilborn parêzera mafê zarokan ji Unicefê.

-Me çend  rewşên bi vê rengê dîtiye berê jî. Û ev bûyera ku we dest daniye ser, giringiya meselê dide nîşan ku daireyên civakî li Swêdê biryarek ji li gor rewşa zarokan dide, û paşîra daireyên koçberiyê biryarek din didin û dixwazin ku dayîkan bi zarokên xwe re paşde  bişînin. Lewra divê  wanûndayîneke nû hebe.

Dibêje Christina Heilborn parêzera mafê zarokan ji Unicefê ji Ekot re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".