Wêne: Anna Ahlström

Sistema xwedî daireya misteqîl serneketiye

Sîstema xwedî xaniyên misteqil  li Swêdê ku du sal berê hate lidarxistin, serneketiye. Nêzikê 400 daîre hatine firotin  bi swêdî ägerlägenhet. Ferqa navbera mafê bikaranîna daireyan ( bostadsrätt) û xwedîdaîrebûn (ägarlägenhet) ew dikarin daireya xwe bê izin bidine kirî. Lê yê bostadsrätt divê mirov ji şirketê izin bistîne.

Xwedîyê daîreya mistaqil  dikarin bibin xwediyê tapoyekî lê divê pereyê salane jî bidin. Lê bostadsrätt tê wateya ku dibe pardarê şirketa xaniyê. Xwedîdaîrebûn li welatên din bêtir tê nasîn,  lê bostadsrätt li Swêdê hema hema hingê kirêdaran hene.

Wezîrê Xanûmalan Stefan Attefall ji Kristi Demokratan/ partiya mesihi  vê yekê wek serneketineke nabîne, dibêje ev tenê hinek dem dixwaze.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".