1 av 2
Nivîskar Fawaz Hussain (Husên). Wêne: Zayele
2 av 2
Parîsabad

Parîsabad, nivîskarî û bîranîn di weşana îro de

Nivîskarê kurd û firansî Fawaz Husên li ser nivîskarî, zaroktîyê û çîrokên Parîsabadê diaxive di weşana me îro de. Ew ji Parîsê hatîye seredana Swêdê, ya berîya nuha lê dijîya û cihê destpêka nivîskarîya wî bû.

Fawaz Husên, nivîskar û wergêr e. Di sala 1953-ê li gundekî derdora Amudê hatiye dinyayê. Li Amûdê mezin dibe û xwendina xwe berdewam dike, ew edebiyata fransî li zanîngeha helebê hildibijêre û 1979 de, berê xwe dide Parîsê û Sorbonnê bo perwerdeya asta bilind û dibe doktorê ziman û wêjeya fransî.

Piştî xwendinê tê bo Swêdê çend salekî û li Swêdê bi xwe dest bi nivîsandinê dike, her bi zimanê fransî û kurdî, lê diyar e dil her bêrîya Parîsê dikir û wî vegerand wê derê.

Nuha ew mamoseteyê zimanê fransî ye li wezareta perwerdekirinê, li şaredarîya Parîsê û her li zanîngeha wî lê xwend, Sorbonnê. Di Parîsabadê de, Romana wî ya dawî,  Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê, dinivîse.

Fawaz Husên, ta nuha 14 berhem çap kirinin û Parîsabad, berhema wî ya herî dawî hem bi zimanê fransî û hem bi kurdî hatîye çap kirin. Ev herdû ziman diyarin nikarin ji hev cihê bibin di hizrên Fawaz Husên de û ew bi xwe wan wekî beşekî giring ji nasnameya xwe dibîn e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".