Amnesty lênerîna Swêdê ya romaniyan rexne dike. /wêne: Scanpix

Swêd dibe hedefa rexneyên Amnesty International

Di rapora xwe ya 2010ê de Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Amnesty International di gelek mijaran de rexneyan li Swêdê dike.

Rexneyên sereke ku Amnesty li Swêdê dike ji ber lênerîna Dezgeha Koçê (Migrationsverket) ya penaxwazên romanî ku ji Sirbîstan û Xirvatiya hatine Swêdê ye.

Dezgeha Koçê (Migrationsverket) di lênerîna xwe de penaxwaziya gelek romaniyan wek ”eşkere ye ku bêbingeh e” bi nav dike û ev navlêkirina Dezgeha Koçê ji aliyê Rêxistina Efûyê Amnesty ve tê rexnekirin.

Huqûqzan Madelaine Seidlitz, ji rêxistina Amnesty ya beşê Swêdê rohnî dike bê gotina Dezgeha Koçê ”eşkereye ku bêbingeh e” tê çi wateyê:

- Ji ber ku ji îfadeya kurt ya destpêkê diyar bûye ku mafê vî kesî yên mirovî wê binpê nebin, ti pêwistî bi lênerînekê nayê dîtin.

Belê, Madelainê Sidlitz ji rêxistina Amnesty ya beşê Swêdê gotina Dezgeha Koçê ya ku dibêje “eşkereye ku bêbingeh e” wiha rave dike.

Dema Dezgeha Koçê (Migrationsverket) gihabe wê qenaetê ku serlêdanek penaxwaziyê zelal û eşkere ye, lênerîneke bi lez tê kirin. Hîna ti biryarên îtiraza penaxwaz nehatinî dayin penaxwaz tê dersînorkirin. Penaxwaz herweha bê mafê arîkariya huqûqzan jî dimîne.

Madelaine Seidlitz dibêje:
- Mesele pir cidî ye. Ev tê wê wateyê ku mirovekî ku qet swêdî nizane, huqûqa Swêd bi giştî û ya penaberiyê bi taybetî nas nake wê xwedî li mafê xwe derkeve û bizanibe bê di pêvajoya penaberiyê de çi girîng e. Mafê mirovan yê huqûqî bi vî awayî tê binpêkirin.

Lênerîna bilez ya xusûsî penaberên romanî li Swêdê diyardeyek nû ye. Berya çend salan Amnesty destnîşan kiribû ku penaxwazî bi giştî bêbingeh tên dîtin. Ev pêşveçûn guherî û vêga ev muamele bêhtir ji bo Romanîyên ji Sirbîstan û Xirvatya hatine tê bikaranîn.

Madeleine Seidlitz ji Amnesty dibêje mîna ku Dezgeha Koçê îddîa dike tiştek eşkere û zelal nîne ku zordestî li romaniyên ji Sirbîstan yan Xirvatya tên nayê kirin.

- Em dizanin ku zehmetiyên romaniya di bazara kar de hene, zarokên wan li dibistanan zehmetiyan dibînin û ev zehmetî li nexweşxaneyan jî rûdidin. Ji bilî vê jî, bi awayên cuda şidet li hember wan tê bikaranîn.

Ev gotinên Madeleine Seidlitz ji rêxistina Amnesty ya beşê Swêdê ne.

Rapora Amnesty ku îro hat belavkirin bi giştî derdorê 400 rûpelan e. Amnesty di vê raporê de lêkolînên xwe yên welatên cuda diweşîne.

Tirkî jî di nav de welatên mîna Afganîstan, Angola û Burmayê de tê rêzkirin ku li wan têkoşerên mafê mirovan bi gefxwarin, girtin û kuştinê re rû bi rû dimînin.

Beşek mezin ji rapora Amnesty herweha li ser serhildanên cîhana ereb in. Amnesty dinivîse ku welatên mîna Libya û Sûrî nîşan dane ku ew ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe dikarin li xwepêşandanên aştîxwaz bireşînin û xwepêşaderan bikujin. Hukûmetên zordest yên mîna Çîn û Îranê jî ditirsin ku ev şoreş belav bibin welatê wan jî û ji bo astengkirinê hemû çekan bikartînin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".