Xerca enerjiya navenda Facebookê wê bi qasî ya 16 hezar vîla be. /Scanpix

Facebook li Luleå tesîsek mezin vedike.

Şîrketa dêw ya Amerîkî Facebook plan dike ku li bakurê Swêdê Luleå nehîteke tesîsa deyne.

Piraniya destûrên ji bo danîna navendek serveran ku tê de enerjiyek pir mezin wê bê xerckirin hatine standin. Xerca enerjiya salê ya vê navenda Facebookê bi serê xwe wê bi qasî ya 16 hezar vîla be.

Di dawiya vê miha gulanê de biryara dawî ya rêvebiriya parêzgeha Luleå ji bo vekirina navendê wê eşkere bibe.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".