Derya Baltîk dilewite /Scanpix

Rewşa Derya Baltîk her ku diçe kambaxtir dibe

Di 2007ê de wezîrên jîngehê yên welatên derdora Derya Baltîk (Östersjön) ji bo danîna pilanek hevbeş li hev rûniştibûn. Çar sal ser vê komcivînê re derbas bûne lê rewş niha kambaxtir bûye.

Wezîrê Jîngehê yê Swêdê Andreas Carlgren ji Partiya Navend (Centerpartiet) dibêje: Ev rewşek tirsdar e, xembar e û ez gelekî bihêrs im.

Di van çend salên dawî de li dewletên mîna Polonya, Rûsya û Belarûs febrîqeyên hewyana hatine vekirin û di van febrîqan de ti sîstemên paqijkirina ava kanalîzasyonan nînin. Ev jî problemên nû bi xwe re tînin.

Di van pêncî salên dawî de serfkariya goşt ya zêde hiştiye ku cotkarî endustrîalîze bibe û bibe karekî sanayîyê. Çiftlikên piçûk ji holê radibin û li ciyên wan şîrketên mezin yên goşt tên danîn. Li Rûsya di yek çiftlikê de 5 milyon mirîşk hene. Goveke berazan tê danîn ku tê de 400 hezar heywan bê xwedî kirin.

Ev veguhertin ji bo jîngehê tê wateya pirsgirêkên nû.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".