Silvia têkiliya bavê xwe ya bi nazîstan re wê lêbikole /Scanpix

Gelo bavê Silvia nazîst bû?

Qralîça yan jî bi navek din şahbanûya Swêdê Silvia wê têkiliya bavê xwe ya bi nazîstan re lêbikole.

Li gor ragihandina koşka qraliyetê lêkolîn piştre wê ji raya giştî re jî bê eşkerekirin.

Bavê Silvia, Walther Sommerlath ku ev 20 salin miriye bi saloxan di sala 1934ê de tevlî Partiya Nazîstan bûye. Li gor bernameya Kalla Fakta ya televizyona swêdî bavê Silvia, di sala 1939ê de ji Brezîlya vedigere Almanya û li wir dest dideyne ser febrîqa yekî cihû. Piştî vê bernameya televizyonê gelek şîrove ser bavê Silvia hatibûn gotin û nivîsandin. Lewra qralîçeyê biryar daye ku bi ehl û xizmên xwe re vê meselê lêbikolin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".