Wezîr Maud Olofsson rêyên nû diceribîne /Scanpix

Ji dêla SFI çiraxtî dikeve dewrê

Wezîra Sanayîyê Maud Olofsson dixwaze imkanên baştir bide şîrketan da ku ew penaberên xwedîmeslek, yên ku swêdî nizanin bixebitînin.

Ji dêla perwerda swêdî ya ji bo penaberan (SFI) wezîr dixwaze şirketên kar ciyê şagirtî û çiraxtiyê bidin penaberan da ku ew bi riya kar swêdî fêr bibin.

Ji bo vebûna imkanek wiha jî tê pilankirin ku di budçeya payîzê de pere bên veqetandin.

Saziya Endustrî û bazirganiya Swêdî (Svenska Näringsliv) rexnegir e, loma ew di wê baweriyê de ye ku ew kesên swêdî nizanibin û piştî şagirtiyê bê kar bimînin dikarin piştre jî zahmetiyan bikşînin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".