Kartên dengdanê tên rakirin /Scanpix

Dengdana elektronîkî şûna kartên dengdanê digre

Dibe ku kartên dengdanê ji holê rabin û li ciyê wan mirov di pêşerojê de bi komputeran raya xwe bide. Ev yek ji pêşniyazên Komîsyona qanûna bingehîn ya parlemanê KU ye.

Serokê komîsyonê Peter Eriksson ji Partiya Jînghê (Miljöpartiet) dibêje:
- Ez bawerim ku wê ewletir be eger mirov ji dêla pûsulayên dengdanê bi komputeran dengê xwe bide. Ji bo ku pûsula winda dibin û hijmartina wan zehmet e. Bi komputorê herweha encam zûtir tên hejmartin.

Ev gotinên serokê komîsyona qanûna bingehîn ya parlemanê Peter Eriksson in.

Eger pêşniyaza bikaranîna dengdana elektronîkî bibe biryar jî, ev sîstem ancix di hilbijartinên 2018ê de dikare bikeve dewrê.

Dengdana elektronîkî tê wê wateyê ku li ciyên hilbijartinê wê komputer bên danîn û hilbijêr bi işaretkirina ekrana komputerê raya xwe wê bidin.

Serokê Komîsyona Qanûna Bingehîn ya parlemanê Peter Eriksson ti xeterên mezin yê vê sîstemê nabîne, lê dibêje eger ev bibe bi riya înternetê ku mirov bikaribe ji mal raya xwe bide, xeter hingî zêde dibin.

Di hejmartina dengên hilbijartina par de tevlîhevî derketibûn û lewra jî duh li herêma Västra Götaland û Örebro vehilbijartin hatin kirin. Pishtî van pirsgirêkan Komîsyona Qanûna Bingehîn bang li hukûmetê kiriye ku li riyên nû yê dengdanê bigere.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".