wêne: Maja Suslin/Scanpix

Konseya Aborî hikûmetê rexne dike

A-kassayê / sigorteya bêkariyê mecborî bikin, li hemû sistema vergiyê binêrin, vergiya parastinê rabikin û vergiya xanûmalan carek din destpêbikin ev çend şîretên Konseya Siyaseta Aboriyê ye ji hikûmetê re. Kesên derveyê welêt çêbûne xwe ji krîza aborîyê baş filitandine lê niha piyesaya karê dîsa dijwar dibe dibêje Konsey di rapora xwe de.

Aboriya Swêdê xweş pêş dikeve. Lê niha rîsk heye ku hikûmet vêrgiyan hê kêmtir bike û di heman demê de jî mesrefan di gelek waran de bilind dike. Ew dem divê mirov li bana mesrefê binêre li gor Lars Calmfors ku rapora konseyê ya sala 201:an  birêve biriye.

- Mirov nikare hema vergiyê kêm bike û bilindbûna mesrefan dikare bibe tehdîdek li dij finansên resmî. Di heman demê de jî marginaleke mezin danine ji bo bana mesrefê ku dihêle mesrefên mezin yên resmî pêk bê.

Tirseke  ji aliyê me heye ku ev gengeşî ketiye riyek din û niha dema çinînê ye. A niha em dikarin gelek tiştan bikin. 

Swêd xwe ji krîza finansa sala 2008 heta 2009 an xweş filitand ev yek jî ji ber qaideyan bû bi taybet ya bana mesrefan ango sînorkirina mesfrefan.

Konseya Siyaseta Aborî Finanspolitiska rådet, li rewşa wan kesên ku derveyê Yekitiya Ewrupayê çêbûne, nêriye ka  çawan sêrî  derketine ji piyaseya karî ya dijwar li Swêdê.  
Lê belê disa dinya tarî dibe ji wan re . Laura Hartman yek ji wan endaman e li Konseya Siyaseta Aborî ku li rewşa wan nêriye.

- Ew gelempêrî gelek serketî bûne di piyasaya karî de. Ji salên 1990 an ve heta niha çêtirbûnekê negûherde pêk hatiye. Ji bo wan kesên derveyên welêt çêbûne daketineke wisa mezin çênebuye. Lê niha niha dema kar bêtir dibe, em bawer dikin ku ev  di cihê xwe de maye rawestandî  di van demên dawî de, ku dikare  dijwariyan ava bike. Ji hinek gruban re hê dijwartir jî  lê dibêje Laura Hartman hê zûye mirov tiştekê bêje.

Ji bo bêkariyê jî Konsey bi, Wezirê Aborî Anders Borg re ye ku  di derbarê bêkarîya hevsengiyê de. Dema bêkarî hedefa enflasyonê eyar bike ji bo ekonomiyek hevseng de, dê bikare bibe 5 ji sedê di sala 2020 de. Lewra sigorteya kirina bêkariyê ji hemuyan re mecborî bûya dê baş bûya li gor Konseyê û ku herkes hingê hev bihayê sigortê bidaya.

Lars Calmfors hikumetê rexne dike ji ber ku  ew di peydakirina ciyê reformê di aboriya swêdî de ne zelal in. Ev li ser reformên  kevin inm ku bi awayê mesrefê  ve  ku dê ji hêjayîyê derdikeve dema ekonomî pêş dikeve. Dibêje Calmfors.

- Derketina vê yekê  hersal rûdide. Ev ji ber ku dahatina vergîyê bi hilberanên brûtê ve bilind dibe herdem. Mesrefên resmî jî hema pê ve naçe. Lewra mirov dikare bêje ku şûna reformê girêdaya ku reformên kevin  kêmtir dibin. Ji ber ku alikariyên maddi ji bo zarokan û sigorteyên civakî  wek mînak bi mezinbûna aboruyi yê ve mezin nabe hema.

Ew dem siyasetmedar dikarin derkevin û bêjin kû ji bo reformên nû şûn heye her çend ev tenê ji bo standarize kirina reformên kevin in an jî yên nû bi yên finanse bikin da ku reformên kevin dakevin.

Konsey dixwaze bêtir li ser sistema vergîyê bê nêrîn, û tenê beşek bacbikaranînê ango moms.

Kêmkirina vergiya karê, bêtir kar peyda dike dibêje Konsey, lê  kêmkirina vergiya parastinê bi 5 ji sedê , ji bo dahatina mehane ya bi ji 45 hezar 700 bêtir dê hê bi tesîr bûya  niha. Dê bêtir seetên karê peyda bikira ji di civakê de û dê ji bo xwendinên bilind jî bêtir teşwiq bikira. Lêe dibêje Lars Calmfors.

 - Di heman demê de buya sedema dahatinek belavbûyî û ger mirov encamên bifeyde nexweze, divê mirov li vergiyên din yên guherî re bide berhev.  Û li wir mirov vergiyên xanûmalên neguhezbar dinêre. Li gor me ev êre. Li gor me ev rakirina vê şaş bû. Lê em dizanin ku ev tedbira herî populer bûye ku bê lidarxistin.  Lê em jî vê nagirin berçavan.

Wezîrê Aborî Anders Borg  di kombûna çapemeniyê li Brukselê de li ser rakirina vergiya parastinê  nexwest şirove bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista