Firotina alavên sher zehmet dibe /Scanpix

Firotina sîlehan zehmettir dibe

Qaîdeyên firotina sîlehan wê bên dijwarkirin. Ev soz ji aliyê muxalefeta sorkesk digel Partiya Gel (Folkpartiet) û Demokratên Xiristiyan (Kristdemokraterna) ve hat dayin.

Van partiyên siyasî bi gelek rêxistinên din re di rojnameya Dagens Nyheter de nivîsek weşandine. Di nivîsê de tê zelalkirin ku ew ê qaîdeyên nû ji bo firotina çeka deynin û bi van qaîdeyan re wê piştre firotina alavên şer ji bo dewletên diktator û yên ku mafê mirovan binpê dikin bê zehmetkirin.

Qaîdeyên Swêd yên firotina çekan li ser kaxezê îro jî bisînorkirîne û dijwar in. Lê dîse jî firotina alavên şer ji bo dewletên zordest di van 10 salên dawî de zêde bûye.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".