Kujer nenexweş in /Scanpix

Kujerên Bollnäsê saxlem in

Ti nexweşiya her sê xortên 19 salî ku berya demekê li Bollnäsê mirovek 26 salî dabûn ber kêran û ew kuştibûn nîne. Lewra ji bo ku cezayê zindanê ji wan re dernekeve ti sedem neman.

Ev encama lêkolîna psîkîyatriya edlî ya derbarê hersê xortan de ye.

Dadgeha destpêkê, berya heyvekê xort wek gunehkar dîtibûn lê berya ku ew werin cezakirin lênerîna wan hatibû kirin bê ka ti nexweşiyên wan hene yan na.

Mirovê 26 salî bi awayekî pir xerab hatibû kuştin. Di laşê wî de sî derbên kêran hebûn. Piştre laşê wî hatibû hûrkirin û ew avêtibûn daristanê.

Tê têxmînkirin ku sebeba kuştinê mesela narkotîkê ye.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".