Ambulans bi her kesî ve naçin /Scanpix

Karê SOS Alarm tê lêkolînkirin

Di destpêka vê salê de ambulans ji xortekî ku patreşka wî teqiyabû re nehatibû şandin û xortê 23 salî jiyana xwe ji dest dabû. Niha rêvebiriya giştî ya karûbarên civakî (Socialstyrelsen) lêkolînek derbarê şeş kesên din de jî daye destpêkirin. Socialstyrelsen wê kontrol bike bê çima ambulans ji van şeş kesan re nehatiye şandin yan jî ambulans bi derengî çûye bi wan ve.

Kesên ku lêkolîn ser wan tê kirin yan mirine, yan jî birînên giran li wan derketine ku heta dawîya jiyana xwe seqet bimînin. Li Göteborg jinek ku gurçikên wê têşiyan û pişika wê kul bûbû li ambûlansê digere, lê kes pê ve naçe û jinik roja din dimre. Kesekî ku bi taya dil jî ketibû jê re hat gotin ku ew biçe hebên kuxikê ji xwe re bikre.

Peyama Rêvebiriya Giştî ya Karûbarên Civakî (Socialstyrelsen) kêm zêde xuya ye: Nexweş belesebeb rastî belayê hatine.

Har sal navbera 3-4 milyon kes hawara xwe digihînin Servisa Qeza û Ewlehiya Civatê (SOS Alarm).

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".