Desteka swêdiyan ya ji bo YE zêde dibe/ Scanpix

Ji YE re 'erê'! Ji Ewro re 'na'!

Lêkolînek ku ji aliyê enstîtuya SOMê ve hatiye kirin nîşan dide ku desteka endametiya Swêdê ya YE zêde dibe. Di sala 2005ê de desteka ji bo YE ji %39 bû. Pênc sal piştre ev destek bûye ji %53. Van herdu salên dawî li ser hev desteka swêdiyan ya ji bo YE ser nîvî re ye.

Krîza aboriyê ya van salên dawî ti bandorek neyênî li ser hizra swêdiyan ya ji bo endamtiya YE nekiriye. Şîroveya profesorê siyasetê Sören Holmberg wiha ye:
-Li Swêd me krîz bê ku ew ti bandoreke xerab li bêkariyê û beşên din bike derbas kir. Hukûmet di bergiriya xwe de bi ser ket. Krîzê li gelek welatan desteka ji bo YE kêm kir, lê ne li Swêdê.

Lê desteka ji bo perên Ewro ti caran wek vêga kêm nebûye. Desteka ji bo yekîtiyek mîna ”Dewletên Yekbûyî yên Ewrûpa” jî pir kêm e. Û her ku diçe kesên ku dixwazin Swêd tevlî hevkariyek eskerî ya parastinî bibin jî kêm dibe. Di 2008ê de ev destek ji %45 bû, lê vêga ji %39e.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".