Kolaj: SR Wêne: Scanpix

Parlemento bû yek deng; çek nedine diktatûran!

Partiya Gel soz dide ku qaideyên exporta çekê bê şidandin, û wek piştgir jî muxalafet û Partiya Xiristiyanî Kristidemokraterna û rêxistinên aştiyê ne. Partiyên swêdî ji bilî Demokratên Swêdê / Sveriges Demokraterna  ji bo qaideyên li ser exporta çek û alavên şerê, bûn yekdeng.

Dê Swêd çek nefiroşe ji welatên diktator re. Fredrik Malm  ji Prtiya Gel,/FP di daxuyaniyek xwe de daxwaz dike da Swêd li qaideyên xwe bêtir raweste.

-Em, dibêje Fredrik Malm, daxwaz ji hikûmetê dikin ku qanûndanîneke bînin parlementoyê. Ev qanûndanîn divê bê lêkolîn û bên nivîsandin, lê divê qanûndanîn ji vê  princîbê bê ku Swêd êdi çek nefiroşe diktatoran.

Fredrik Malm, berdevkê siyaseta derve yê Partiya Gel / Folk Partiet e dibêje ku pêvajoya qanûndayineke divê destpêbike. Li ser vê yekî jî hefta borî de hevdendiyek li parlementoyê pêk hat, herwuha ne tenê dengê partiyên aliansê lê yêsosyaldemokratan jî. Partiya Jîngehê û ya Çep jî piştgiriya vê rêçê dikin û ev tê wateya ku hemû partiyên parlementoyê de ji bilî Demokratên Swêdê / Sverigedomraterna dixwazin qanûneke nû bibînin da ku Swêd çek nefiroşe diktatoran. Dê ev qanûn prensîbên nirxandinê jî nîşan bide da bizanin kîjan welat ne demokratîk e.

Piraniya ji konseya derve ya parlementoyê li ser pirsa kontrola siyaseta exportê ji bo çekê li hev hatin ku ji welatên nedemokrat re bêtir bê şidandin.

Ev pirsek wek pirsa sentrala elektrikê  bû ku berbi çareseriyê ve diçe dibêje Fredrik Malm û di axavtina de dom dike ku bûyerên li welatên ereban û daxwaziya civakek bêtir demokratîk vê yekê xistiyê lezê de. Fredrik Malm dom dike.

- Di van demên serhildanan de li welatên ereban de, bêtir bal kêtiye ser eksporta çekê ji rejîmên nedemokrat re. Û lewra me kariye em hevpeymaneke di navbera aliansê de û sosyaldemokratan ve pêk bînin ji bo firotana çekan bişidînin.

Lê herçend  Fredrik Malm qala aliansê hemû bike jî, heta niha kesî ji Moderatan an jî Centern ango Partiya Navendi navê xwe li bin nivîsa Fredrik Malm danenîne. Û yê herî bal dikişe, wek mînak ku Konseya Misilmanan an ji rêxistinek din ya islamî beşdar nebûne

Carek din Fredrik Malm

-Dibe jî ku ew bi awayek ciddî beşdarê gotûbêjên swêdî nebûne. Dibe ku wan bêtir xwe dane pirsên li welatên xwe bixwe û lewra ji di munaqaseyên swêdide cih negirtine û têde nexuyan e. Û ez ji ber vê yekê xemgînim dibêje Malm.  Dê gelek başbûya ku bixuyana û bêtir çalakbûna.

Sala par şirketên Swêdî ji 2 milyaran bêtir ve alavên çekê firotine van welatan ku 15 ji sedê, ji temamê exporta çekê ya Swedî ye. Di wan welatên ku çek kirine de Erebîstana Soudî û Bahreyn jî hene.

Di daxuyaniya xwe de di rojnameyê de diyar dikin ku herçend qaideyên Swêdê ji bo firotana çekan bisînorkirî jî be û şîreta nefrotana  çekan jî bike ji welatên nedemokratîk re divê em bipeyîtînin ku buhayê firotana alavên şerê ji welatên wuha di van 10 salên dawî de gelek bilind bûye.

Sinyal, divê zelal bin û siyaset divê  yekalî be li gor daxuyaniyê. Em piştgiriya mirovan û tekoşîna wan ji bo  mafê mirovan û azadiyê dikin. Lewra siyaseta me divê herdem bi hedefên ji bo demokrasî û mafê mirovan  re lihevker bibe, nivîsandiye di rojnameya Dagens Nyheterê de.

Serhildan li dijê tundûtujî û diktatoriyê li Bakûrê Afrikayê û Rojhilata Navîn hê jî dom dike. Li gor nivîsa wan di rojnameya duh ya Dagens Nyheterê de ew dibînin ku rejîmên li van welatan li dij mixalefetan û çalakvanan destê xwe hişk dike û dixwaze serhildanê bifetisine.

Mafê gel û rêzgirtina mafê mirovan giringtirîn mijarê siyaseta swêdê ya derve ye. Lê divê mirov ji dîrokê jî ders bigire. Mafê mirovan û pêşdeçûna demokrasiyê divê  di peywendiyên me yên navnetewî de roleke mezintir bigire.

Ya herî giring di dema niha de, li gor Fredrik Malm, ev hevpeymana 4,5 rojî dê Swêdê bike nimûneyeke di vê pirsa han de.

- Niha dê parlemento, hikumetê bi biryara xwe ve girê bide. Dê hikûmet bi qanûneke nû ve bête parlementoyê. Û ev yek jî gelek gelek erênî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista