Delegasyona Swêdî di serdana xwe de wê Erdogan jî bînin /Scanpix

Delegasyonek ji parlemana Swêdê diçe Tirkî

Delegasyona di bin serokatiya serokê parlemana Swêdê Per Westerberg de roja duşemê diçe Tirkî. Ji bilî serokê parlemanê Westerberg û birêvebira parlemanê Kathrin Flossing, heyet ji berpirsê grûbên her heşt partiyên di parlemanê de cî digrin pêk tê.

Kesên li jêr di delegasyonê cî digrin:

Per Westerberg: Serokê Parlemanê
Kathrin Flossing: Birêvebira Parlemanê
Anna Kinberg Batra: Berpirsa koma Mihafezekaran (Moderaterna)
Carina Moberg: Berpirsa koma Sosyaldemokratan (Socialdemokraterna)
Johan Pherson: Berpirsê koma Partiya Gel (Folkpartiet)
Björn Söder: Berpirsê koma Demokratên Swêd (Sverigedemokraterna)
Hans Linde: Berpirsê koma Partiya Chep (Vänsterpartiet)
Roger Tiefensee: Berpirsê koma Partiya Navend (Centerpartiet)
Mats Odell: Berpirsê koma Demokratên Xiristiyan (Kristdemokraterna)

Me ji sekretera ragihandinê ya serokê parlemana Swêdê Sara Sidibe pirsî bê mexseda wan bi vê serdanê çi ye?

-         Serokê parlemanê û delegasyon ji aliyê serokê parlemana Tirkî ve hatine dawetkirin. Serokê parlemanê gelek caran diçe rêwîtiyên wiha û gelek dawetname jê re tên. Ev, stratejiyek navnetewî ya parlemanê ye. Û têkiliyên Swêd bi Tirkî re xweş in. Herî dawî di 2009ê de serokê parlemana tirk li Swêdê bû.

Ev gotinên sekretera ragihandinê ya serokê parlemanê Sara Sidibe ne.

Gelo dema dawetnamê nebalkêş e? Ji ber ku di nêzîk de li Tirkî hilbijartin hene.

Sara Sidibe dibêje: ”Ez nizanim, divê ev pirs ji wan, (ji aliyê tirk) bê kirin”

Heman pirs me ji nûnerê Partiya Jîngehê Mehmet Kaplan jî kir. Kaplan diyar kir ku di dewra wezîfê de serokên parlemanan diçin gelek dewletan. Ew dinirxînin bê çûna kîjan welatan girîng e û yek ji serdanên îsal bûye Tirkî. Kaplan herweha radigihîne ku haya berpirsê grûbên partiya ji demê nîne û ew nikarin ti bandorê lê bikin bê serdan kengî pêk were.

Kaplan serdana ku dikeve dema hilbijartinê de wek neyênî dibîne:

-Ez di wê baweriyê de me ku hilbijartin astengeke li pêşiya serdana me. Ji ber ku gelek wezîr û siyasetvanên ku me dixwest em wan bibînin dibe ku ji ber hilbijartinan mijûl bin û imkana hevdîtina bi wan re em nebînin.

Ev dîtina Mehmet Kaplan e ku bi xwe jî ji Tirkî ye.

Sara Sidibe, sekretera ragihandinê ya serokê parlamenê dide zanîn ku serdana heyetê wê bi Stenbol û Enqerê bisînorkirî be. Delegasyona Swêdî ji bilî hevdîtinên ku bi serokkomar, serokwezîr û serokê parlemanê ve hatine pilankirin herweha ji Tirkî daxwaz kiriye nûnerên hemû partiyên di parlemana Tirkî de bibînin û hêvî dike ku ev daxwaz ji aliyê Tirkî ve bê pejirandin.

Sara Sidibe bi berdewamî dibêje protokolek fermî heye. Lê ji bilî vê di hevdîtinên bi siyasetvanên Tirkî re siyasetvan azad in bê çi pirsan bînin rojevê.

Gelo Mehmet Kaplan wê wek nûnerê Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) li ser çi mijaran bisekine?

- Bi axavtina bi serokê parlemanê re em li ser hin pirsan sekinîne. Nêrîna demokrasiyê yek jivan pirsan e. Pirseke din jî ew e bê qanûna bingehîn ya Tirkî çawa ye û hin qanûnên hilbijartinê ne. Wek hûn dibînin ev pirs jî ji berê de ji Tirkî tên kirin. 

Kaplan herweha dibêje: Giringiyek sembolîk ya serokê parlemanê heye, ji bo ku piştî qirêl wek nûnerê dewletê ew  tê hesêbê. Lewra bandorek wî ya mezin di amadekirina protokolê de heye. Erê me daxwazên xwe jê re pêşkêş kirine lê ew bi balyozxaneyê Swêd yê Enqera re jî dişêwire û biryarê dide bê heyet ser çi mijaran biaxive. Ez hêvîdar im ku ev serdan rê li ber dan û standinên baş veke.

Gelo di hevdîtinan de wê pirsa bê rojevê zimên yan na?
Kaplan:
- Prsa kurd herdem di rojevê de ye. Hersal di parlemanê de peşniyazname û pirsname tên pêşkêşkirin. Gelek ji van derbarê mafê kêmaniya de ne lewra ez bawerim ku di serdanê de jî ev pirs bê rojevê.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".