Ber compûtera xwe rûne û xwe derman bike

Nerehetiyên  wek fobî, kêmxewî, anjî bîntengî heta depresyon jî êdi bi riya internetê di mala xwe de tê dermankirin. Heta niha kesên bi nesaxiyên derûnî  diçine cihê servîsê ku alikarî werbigirin an bi grubî re an jî xwe bixwe. Lê ev çend sal in ku nexweşxane malperan ava kirine da ku alikariya nesaxên xwe yên derûnî li ser xeta internetê bikin. Kerstin Blom psykolog e ji nexweşxaneya Karolinska Huddinge ku qala serlêdan û pêvajoya tedawiyê dike ji me re.

-Pêşî mirov muracatê tedawîyê dike. Mirov  xwe qeyd dike, û dikeve malperê, paşîra gelek pirsan dibersivîne, û behsa nesaxiya xwe dike. Paşî mirov pê lê dike û dikeve comtupereke nêzikê me.

Ev dermankirin ku wek Kognitiv Beteende terapi ve tê binav kirin, tê watêya ku hizir û tevgeran bidin guhartin ji bo ku rewşa nexweşê baştir bibe.

- Ew hemû ji bo ziyareta doktorê tên bangkirin. Ev jî 9, 10 roj dikişîne. Ev imkaneke yekaneye ji bo tedavikirina derûniyê.

Nêzikê 60 ji sed kesên ku ziyareta doktor kirine, destbi tedawiyê dikin ku 12 hefte dikêşe. Navê vê yekê jî xwetedawikirina bi alikariya psîkologê ye. Ew jî gelek nivîs in ku nesax divê bixwînin, û herwuha temrîn in ku li malê bixwe dikin. Heftê careke jî di internetê de bi bisporek ve ji Karolinska Huddingê ve dikevine  têkilîyê.

Yek ji wan psikologan Berkeh Nasrî ye.

- Gelek ji wan cara yekem e ku daxwaziya psikiatriyê dikin. Û gelek ji wan jî mane nav du çiyayan de, ji bo navenda lênêrinan re giran bûne nexweşiyê wan, lê ji bo psikiatriyê jî sivik bûne. Bi raya min em baş kêra  van kesan tên.

Nexweşxaneya Karolinskayê li taxa Huddingeyê , ev 10 sal in tedawîkirina bi internetê pêk tînin. 10 sal berê bû ku xwendevanekê psîkolojiyê qala rêbaza vê tedaviyê kiribû û nexweşxanê ew dem destpêkir testan amade kir da bibîne ka tedawiya kognitivê di şûna ziyaretê ve bi riya internetê lidarbixe dibêje Nils Lindefors ku şefê vê xebatê ye li Psykiatri Sydväst li  Meclisa wilayeta Stockholmê.

-Ya giring ew bû ku piştras bibin ku ev bi vê riyê jî pêk bê, bi peyamên xwealikarîyê bi riya internetê, hingê tedawiya grûbî anjî kesî kêr bê. Pîştî vê me 8 salên xwe dayê ku em tedawiyên cûda didin berhev, heta niha me tu nişanek nediye ku tedawiyên bi internetê nekêrhatî be, ev yek him ji bo tesîra tedawiyê ye bixwe ye û him jî ji bo encameke runîştiyê domdirêj ê.

Di van 12 hefteyên ku tedawî pêk tê, divê nesax her hefte rewşa tenduristiya xwe bi riya formuleke tijî bike. Ku nesax xwe nede pêhesandin, ixtareke pêk tê  ew dem. Psîkolog telefonan vedikin ku bizanin rewşa wan çawa ye. Û piştî 12 hefteyên din gaziyê nesaxan ji bo ziyareta  doktor dikin dîsa. Dibêje psîkolog Kersin Blom.

- Ew dem mirov dinirxîne ka çawa çûye, ka çawan alîkarî kiriye, ku nekiribe dê lênêrînek bi rêbazek din bidin bidin nîşan.  An jî ku pêdiviya mirov bi tiştên din hebin, hawala didin mirov. An jî mirov ji nexweşê xatirji bo şeş heyivan xatir dixwaze.  Piştî 6 mehan em dîsa dikevine peywendiyê ku dîsa blanketan di  internetê  de tijî bikin ji bo  destê me de li ser rewşa wan bêtir agahdarî hebin da çawan boriye di vê demê de.

Divê mirov bixwe buhayê tedawiyê bide, lê ev jî di nav parastina mesrefa bilind e, bi  högkostnadskydd. Ew dem mirov ji 900 bêtir pere nade.

Tedawiya bi riya Internetê ji bilî nexweşxaneya Karolinska Huddingeyê li Zaningeha Uppsala û ya Linköpingê jî pêk tê. Di halê hazir de nêzikê nîvmilyon swêdî dermanên antîdepresîv bikartînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".