Karker ji kar tên avêtin /Scanpix

Rewşa SAABê ya nediyar bandorê li ser karkeran dike

Şîrketên ku xebata wan girêdayî çêkirina maşînên SAABê ne diberdin karkerên xwe.  Şîrketa Lear Corporation ku li Trollhättan ji bo SAABê kursiyan çêdikin 160 karker ji kar avêtin.

Ji %90 karê Lear girêdayî SAABê ye û derxistina karkeran ji kesekî re ecêb nehat.

Ev 7 hefte ne ku çêkirina SAABê li Trollhättan hatiye rawestandin. Serokê birêvebiriya SAABê Victor Muller duh hêviyên xwe anîn zimên ku di nava hefteyekê de çêkirina maşînan cardin bê destpêkirin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".