Doktorên sînornenas rexneyan li Reinfeldt dikin /Scanpix

Doktorên sînorneas dewlêtên Ewrûpa rexne dike

Rêxistina Doktorên Sînornenas, dersînorkirina penaberên libyayî ya dewletên ewrûpî rexne dike. Rêxistin bi riya nameyek vekirî rexneyên xwe ji dewletên beşdarî krîza Libya dibin re dişîne.

Gelek dewletên ewrûpî, penaberên Libyayî bi hînceta têkoşîna li hember koça neqanûnî vedigerînin û rexneyên Doktorên Sînornenas bi taybetî di vî warî de ne.

Di nameyê de gilî ji dewletên ewrûpî tê kirin û tê gotin ku: ”Hemû dewletên YE serê xwe bi şer têşînîn û îddîa dikin ku dixwazin sivîlan biparêzin, lê heman dewlet sînorên xwe li ber revendan digrin” û vê helwesta dewletan wek bêwijdanî bi nav dike.

Doktorên Sînornenas bang li serokên ewrûpî dikin ku ew penaberan bihewînin nav xwe û rê bidin wan ew daxwaza penaberiyê bikin.

Nameya vekirî ya Rêxistina Doktorên Sînornenas îro di rêzek rojnameyên ewrûpî de tê belavkirin. Rojnameya swêdî Svenska Dagbladet jî nameyê diweşîne.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".