Qiral û Anders Lettström. wêne: Stefan Söderström/Expressen.

Hevalên qirêl xwestin şahid dîtinên xwe înkar bikin

Di payiza buhûrî de pirtûkek ku hetka qiralê swêd biribû hatibû weşandin. Pirtûk, bi navê ”Qiralê bêdil” (Den motvillige monarken) derketibû.

Hevalne qiral Carl Gustaf yên herî nêzîk têkilî bi serokê çeteyan Milan Sevo re danîne û jê xwestine da jêderek sereke yê di pirtûkê de gotinên xwe înkar bike.

Ev agahdarî di pirtûka rojnamevan Nûrî Kino ya ku roja îne çap dibe de tên dayin.

Hevalên qirêl ji xwediyê klûba pornografiyê Mille Markovic xwestin ku ew gotinên xwe yê derbarê hatina qirêl ya klûba pornografiyê de înkar bike. Wan herweha xwestin Markovic wêneyên di destê xwe de jî bide wan.

Ekot îro dengekî tomarkirî yê di navbera hevalê qirêl Anders Lettström û nûnerê Milan Sevos, Daniel Webb de weşand. Di qeyda dengî de Daniel Webb û Anders Lettström bazariyê dikin.

Daniel Webb
- Ez dikarim bihêlim ku ew haşa û mandela bike, lê helbet ew pera dixwaze.

Nûnerê qirêl Anders Lettström bersiv dide:
- Bihêle ez biponijim û binêrim bê em çawa meselê bigrin dest, bê ma ti cihên ku em lê hev bibînin hene. Xeter ew e ku ew di vê babetê de li cîhanek xeyalî be. Dibee, ez nizanim. Ma ne her kes bi rastî aramî û rehetiyê dixwaze.

Koşka qiraliyetê dibêje haya qiral Carl Gustav ji vê meselê qet nîne.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".