Borg: "Divê bi lezgînî cîgirek bê hilbijartin!"

”Mana li ser kursî ya şêfê Fonda Perê Navnetewî IMF Dominique Strauss-Kahn zehmet bû”. Ev gotinên wezîrê aboriyê Anders Borg ne, derbarê îstifa şêfê IMFê. Guman derheqê şêfê IMFê Kahn de derketibûn ku wî destdirêjiya jineke paqijker ya hotêlekê kiriye û piştî gilînameyê wî vê sibê îstifa xwe da.

Anders Borg got:
- Xuya bû ku nemumkune mirov di pêvajoyek dirêj ya dadgehkirinê de wek şêfê IMF jî bimîne.  Ev demeke ku aboriya cîhanê, beşin ji başûrê Ewrûpa jî di nav de di rewşek gelek cidî de ye. Giraniya rêxistinê kêm dibe dema birêvebiriyek nebe lewra jî girîng e bi lezgînî cîgirek bê hilbijartin.
Anders Borg got.

IMF radigihîne ku Strauss Kahn îstîfa dike lê ew gunehbarkirinên li hember xwe qebûl nake.