Ma Bamse Sverigedemokrat e? /Scanpix

Gazin ji Bamse tê kirin

Bamse, hirçikê herî bi hêz û qenc yê dinyayê, heval û hogirê jar û lawazan. Belê Bamse bû mijara gotûbêjên penaberan û vêga gilî û gazin jê tên kirin ku ew bûye Demokratê Swêd (Sverigedemokrat).

Kovara Bamse, ya taybet  ku ji aliyê Dezgeha Koçê (Migrationsverket) ve ji bo zarokên penaberan hatiye nivîsandin di civatghên înternetî û medya civakî de tê rexnekirin. Nivîskarên çandê dibêjin Bamse ruhê xwe firotiye.

Di nav defterên agahdarkirinê yên Dezgeha Koçê de kovara ”Bamse, Mim och Meles” jî hene. Ew ji bo zarokên penaxwazan yên di navbera 5-12 salî de hatiye nivîsandin. Di kovarê de tê ravekirin bê mirov çawa penaberiyê dixwaze.

Baş e, çîrok çi ye ku Bamseyê demekê navê komunîstiyê bi dûv ketibû vêga muhra sverigedemokratiyê lê tê dayin?

Em bi kurtî bêjin:
Kovar li ser du malbatên ku ji welatên xwe reviyane hatiye nivîsandin. Malbatek ji van ya kîvroşkan e û welatê wan ji aliyê tîmsehan ve hatiye dagirkirin. Malbata din jî ya kurbeşkan e ku serokên wan gurin. Gur, karê bavê kurbeşkan ji wan distîne û debora kurbeşkan nabe. Herdu malbat jî welatê xwe diterikînin. Malbata kîvroşkan mafê penaberiyê distîne lê malbata kurbeşkan tê vegerandin. Kurbeşk di serî de hebekî a bi fikar in lê dema ew digihin welatê xwe kalik û pîrikên wan tên pêşiya wan û ew kêfxweş dibin.

Bi taybetî ev beşê ku dibêje zarok dema vedigerin kêfxweşdibin tê rexnekirin.

Anita Dorazio, seroka desteya penaberên swêdî li hember Weşanxaneya Bamse pir bi hêrs e.

”Ev derûyek serê bana ye”. Dibêje Anita Dorazio derbarê çîroka di Kovara Bamse de ku penaberên tên vegerandin wek dilxweş nîşan dide.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".