Nûnerê Daxuyaniya Şamê Kamiran Haco /Scanpix

Muxalefeta Sûrî zendan badide

8:03 min

Ev zêdeyî 40 salan e ku malbata Esed li Sûrî desthilatdar e û Sûrî mîna yek ji dewletên herî xedar yê dinyayê tê naskirin. Lê bayê serhildanên bihara îsal yên li cîhana ereb li Sûrî jî belav bûye. Tevgerek xurt ya li hember rejimê derketiye meydanan û doza mafan dike. Bi xwepêşandanan û şêwazên hişk yên ku rejima Sûrî li hember serhildêran bi kar tîne re, di van demê dawî de Sûrî ketiye rojeva cîhanê de jî. Welatên rojava malê desthilatdarên  Sûrî dicemidîne û tedbîrên cezakirinê tên dayin. Herî dawî duh serokê Amerîka Obama derbarê Sûrî de axivî û bi xîtabek hişk riyek da pêşiya Esed:

- Yan Esed wê serokatiya guhertinên li welêt bike, yan jî wê ji rê derkeve.

Obama peyamek zelal da Esed. Lê gelo muxalefeta Sûrî jî di daxwazên xwe de ewqas zelal e? Eniyek berfireh ya muxalefeta Sûrî bi navê Daxuyaniya Şamê heye û Daxuyaniya Şamê di vê dawiyê de li gelek welatên ewrûpî komîte avakirine

Kamîran Haco cîgirê Serokê Emîndariya Giştî yê Daxuyaniya Şamê li derveyî welêt e û bersiva pirsên me derbarê karê muxalefeta Sûrî de dide.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista