Polîsê Göteborgê amadekariyên mezin dike

Roja şemiyê dê li bajarê Göteborgê hejmarek pir mezin polîs bên wezîfekirin. Ji sala 2001’ê û aloziya dema civîna bilind ya Yekîtiya Ewrûpayê ve ewqas polîs bi carekê wezîfedar nebûne. Vê carê bi boneya avabûna mizgeftekê li taxa Hisingenê dê alîgir û dijber xwepêşandanê bikin.

 

Polîs li bendê ye ku dê 2000 ta 3000 xwepêşandêr beşdar bibin û polîs dê hişkî herêmê bixe bin çavdêriyê. Sê grûbên cûda dê bicivin û ber bi mizgefta ku li ber avabûnê ye ve bimeşin.

Di heman roja şemiyê de li bendê ye ku 60 000 kes beşdarî pêşbirka bezê Göteborgsvarvet’ê bibin, ku xeta wê, di ber herêma mizgeftê ya dorpêçkirî re derbas dibe, ajansa nûçeyan TT radighîne.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".