Swêd herî binkeftî ye li gorî welatên din yên OECD

Li gorî welatên din yên endamên Rêxistina Pêşveçûna Aborî, OECD, Swêd welatê herî binkeftî ye di warê îmkanê kar ji bo kesên li derveyî welêt çêbûne. Ev yek tespîta Wezareta Sanayiyê ye ku şîrketkarî û hêza reqabetî ya Swêdê û welatên din yên herêma OECD’ê daye ber hev.

Sedemek dikare ew be ku li Swêdê penaberiya koçberî zêdetir û penaberiya karî kêmtir e, li gorî welatên din.

Lêkolînê wekî din nîşan daye ku li Swêdê asta bêkariya gêncan jî pir zêde ye û li vir kêmtir kes şîrketan vedikin, li gorî welatên din, ajansa nûçeyan TT radighîne.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".