Di dîroka Swêdê de cara yekemîn e ku evqas jin bi hev re bi sûcê pornografiya zarokan tên darizandin. Wêne: David Magnusson/Scanpix

Di dîroka dadî ya Swêdê de sosretek kesanedîtî

Li 23 jinan û zilamekî, yên ku gûmanbarên sûcê giran yê pornografiya zarokan in îro doz tê vekirin. Di dîroka dadî ya Swêdê de heta niha tiştekî wiha nebûye.

Gûman dibe ku zilamî hejmarek wêne û fîlm ji komputera xwe şandiye komputera wan jinan. Li gorî dozger Niclas Eltenius, ev yek li ser daxwaziya jinan bûye.  

Giş gûmanbar li xwe mikur hatine ku erê materyalê mijara gotinê di komputerên wan de hebûye û çendan ji wan sûcê xwe jî qebûl kirine, lê çendên din tu sûcî li xwe qebûl nakin.

Di dîroka Swêdê de cara yekemîn e ku evqas jin wiha bi boneya kelefek sûcê pornografiya zarokan tên darizandin. Li welatên din jî ev yek mîna sosretekê tê dîtin û doz ji aliyê polîsê navneteweyî Interpolê ve jî, bi baldarî tê şopandin, nûçeyên radyoya Swêdê Ekot radighîne.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".