Rêjîma sûrî birik e hember dexta cîhanî

Rêjîma sûrî şidetê xurttir dike hember miletê sîvîl, diyare tedbîrên cezekirinê ji alîyê Amerîka û yekîtîya ewrûpayê ve bê encam bûn. Bi kêmanî 1 300 kes hatinin kuştin û nêzîka 7 000 kes birîndar bûnin ji dema zorî û şideta rejîmê gav bi gav zêde bûye.

Wezîrê karûbarê derve yê Swêdê, Carl Bildt bersiva pirsa bê çi ji Swêdê tê bo rawestandina zorî û şideta tên bi kar anîn hember miletê sûrîyê, bi vî awayî dide:

- Em rola xwe bi rêya yekîtiya ewrûpayê dilîzin û bi bandor kirina ser encûmena ewleyîy ya neteweyên yekgirtî. Me şîroveyek bi cêgirê wezîrê karûbarê derve yê çînê re li dar xist derbarê vê pirsê di van rojên dawî de, tenê bo ku Çîn giringîya bûyerên li dar dikevin bibîne.

Yekîtîya ewrûpayê pêşnîyazek amade kirîye bo daxwiyanîyê ya ku hem Çîn, Rûsîya û Berazîl li dij wê derketin.