Yûnan nêzîkî îflasa dewletî dibe

Yûnan hêdî hêdî ber bi îflas kirina dewletî ve diç e. Eger bi rastî jî wisa bibe, wê demê bankeya navendî ya Swêdê kare careke din mecbûr bibe deyinên acil bide bankên swêdî.

Di rewşa herî xirab de, Swêd kare mecbûr bibe perên nû çap bike, li gor dîtinên cêgirê şefê bankeya navendî Villy Bergström.

Kursa borseya Stockholmê bi hêz hatin xwarê roja pêncşemê. Piştî daketinên mezin heftîya derbasbûyî, index careke din bi paş ve diçe. Sedema vê yekê jî nearamî bo aborîya yûnanî ye.