Maud Olofsson îstîfa dike

Maoud Olofsson di payîzê de, dest ji karê xwe wekî seroka partîya navendê, Centerpartiet ber dide. Ev li gor agahdarîyên ji bernameya nûçeyên televiziyona Swêdê, Rapport û hem jî rojnameya Svenska Dagbladet.

Li gor agahdarîyan dê cihê xwe bo kesekî din bihêle di komcivîna partîyê de li Åre di heyva nehan de. Karmendên partîya navendê, îro saet 13:30 hatin bang kirin bo civîneke agahdarî li qelema parlamanê. Û Maud Olofsson dê saet 14:15 konferanseke çapemenî li dar bixe.

Maud Olofsson 55 salî ye û di sala 2001 de dest bi serokatîya partîyê kir, wê cihê serokê berê Lennart Daléus wergirt.

Olofsson ji 2006 de wezîra endustrî û bazirganîyê ye û di hukûmeta hevbend ya yekem de, navbea 2006 û 2010 de hem cêgira serokwezîrê Swêdê jî bû.

Di dema birêveberayetîyê wê de, partîya navendê bû partîyeke borjua ya zelal bi profîlekî lîberal. Di heman demê de partîya navendê siyaseta xwe ya bacê ji nû ve nirxand û nerîna wan derbarê yekîtîya ewrûpayê bêhtir erênî bû.

Partî çend pirsên xwe yên serekî jî kêmkirin, wekî nimûn e lidijrabûna wan ya bi hêz hember hêza atomî.

Du namzedên herî aktuel bo cihê serokatîya partîya navendê piştî Maud Olofsson, tên texmîn kirin ku Anna-Karin Hatt e, wezîra IT û Annie Johansson, peyivdara pirsên siyaseta aborî ya partîyê.