Parlaman biryara rola Swêdê li Lîbyayê dide

Îro parlaman dikeve dengdanê de derbarê rola Swêdê di xebata bo Lîbyayê de û îro berîya nîvro ev pirs hate şîrove kirin.

Partîyên hukûmetê, parîya sosyaldemokratan û partîya jîngehê dibînin ku hêza leşkerî dive berdewam be. Lê li hêla din partîya çep û partîya demokratên Swêdê li dijin.

Li gor piranîyê di parlamanê de, dê Swêd bi pênc firokeyên Jas Gripen beşdar bibe, yên dê Lîbyayê ji hewayê de çavdêrî bike. Û hem jî bi şandina deh pisporên warê awayê şerkirina psîkolojîk jî.