Qanûnên sîgortaya newxweşiyê tên guhertin

Parleman îro derbarê sîgorteya nexweşiyê de biryarên nû digre. Bi taybetî di dema hilbijartinê de muxalefetê rexneyên tûj li guhertinên hukûmeta burjûwa yên van salên dawî dikirin.

Niha partiyên sorkesk pêşniyazek ku tê de guhertina di sê xalan de dixwazin pêşkêş kirine û didu ji van pêşniyazan ji aliyê Demokratên Swêd ve jî tê destekkirin.

Nûçeyek dirêj derbarê vê mijarê de di weşana Zayele ya îro de tê weşandin.