Elaqeya ji bo kampa webhezan mezin e.

Di tebaxê de ji bo cara çaran Almedalena webhezan li Blekinge tê lidarxistin.

Siyasetvan salê carkê li Almedalena Gotlandê ji bo dan û standina fikr û ramanan li hev dicivin. Webhez jî di bin navê Sweden Social Web Camp de ev çar sal in ku li girava Tjärö li Blekinge li hev kom dibin û tecrûbeyên xwe parve dikin.

Duh êvarê dest bi firotina bilêtên kampê hat kirin û elaqe ewqas mezin bû ku di nava 7 deqan de nîvê bilêtan çûn. Bi giştî 400 kes dikarin beşdarî kampa webhezan ya di miha tebaxê de bibin.