Dewlet hiseyên di Nordea de niha nafiroşe

Hukûmet firotina hiseyên dewletê yên di bankeya Nordea de taloq dike.

Herî zû di nîvê tebaxê de wê dest bi firotina hin pişkan bê kirin. Ev li gor daxuyaniya wezîrê darayî û bazarê Peter Norman e ku di ragihandineke çapemeniyê de diyar dike.

Ji hiseyên banka Nordea %13 yan jî 36 milyar kron yên dewletê ne.

Norman îzah dike ku di rewşa îro de firotina hiseyan ne di rojevê de ye û bi vê agahdariyê hukûmet dixwaze di bihayê hiseyan de piştgirî bide stabîlekirinê.