Pere kêm dibin

Bilindbûna fayîzê û tevlîheviyên li cîhanê bandorek negatîv li ser serfkariya li Swêdê dikin. Enstîtuya Lêkolîna Bazirganiyê, dê îro pêşbîniyên xwe yên serfkariya rojane biweşînin. Di miha adarê de dihat payin ku di nav sala 2011ê de serfkarî ji %4 zêde bike, lê niha nayê bawerkirin ku kirîn û firotin bigihîje vê astê.

Di vê biharê de qîmetê xaniyên "bostadsrätt" daket xwar û hakeza qîmetê vîla jî sekinî. Ji aliyê din ve fayîz û bihayê enerjiyê bilind bû. Ev jî xelîdk û cizdanên xelkê vala dike.