AP-fonden pere razandiye şirketên li dijê mafê mirovan

11 milyar kron ji pereyên karkenariyê ya dewletê  AP-fonden,ango fondên Karkenariya Giştî ne, ji şirketên reş de ku li dijê mafê mirovan e tê razandin. Ev yek li gor rapora karûbarên lêkolînê ye ku Partiya Çep, Vänsterpartiet xwestiye.

Vê lêkolînê 15 şirketan peyda kir ku çend ji van şirketan yên Swêdî, Norwêcî, Amerîkî ku di listeya reş de ne herwuha di fondên AP: ê de jî ne.

AP- fonden xwedîbûna xwe li ser van şirketan diparêze û stratejiya xwe di van pirsan de bilêv dike:

- Ji dewsa em bifroşin dibêje Nadine Viel Lamare seroka komisyona Etikê. Em bi pardarên din re ji van şirketan daxwazan dikin.

Erka AP fonden ji yekî heta çaran xwediyê yek hedefê ne ku li ser şirketên ku kiryarên li dijên hevpeymaniyên  navnetewî ji bo mafê mirovan û parastina jîngehê bikin.