Ji ciwanan êrîşên molotofkokteylî

Şevê din çend wesayit û dewriyeyên polîsan rastî êrîşa ciwanan hatin li bajarê Göteborgê. Li taxa Angered ciwanan, molotofkokteyl avêtin polîsan û ziyan dan çend otomobîlên wan. Di êrîşan de kesek birîndar nebûye, li gorî ajansa nûçeyan TT. Ev serê çend salan e ku ciwan li Göteborgê kiryarên bi vî awayî dikin û ji bo li ser çareseriyê biaxivin, polîs wê bi xizmeta civakî ya Angered re îro çarşemê bê cem hev.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista