Helîkoptera NH90. Navê 18 helîkopterên ku Swêdê dixwest bikire HKP 14 e. Wêne: Scanpix.

von Sydow bi ya xwe kir, helîkopter nehatin

Sîstema helîkopterî ya Hêza Bergiriyê zêdeyî deh salan dereng dikeve û heta sala 2020an jî wê nikaribe bikeve tevgerê. Sedema vê derengiyê; dema wê hêza bergiriyê helîkopterên nû bikiriya sala 2001ê, Björn von Sydow, wezîrê Bergiriyê yê wê demê, xwestibû ku ev bazarek hevbeş ya welatên bakurî be, digel ku pisporên Dezgeha Materyalî ya Hêza Bergiriyê tawsiye kiribûn ku wiha neke.

Sala 2009 diviyabû 18 helîkopter bihatana teslîm kirin. Heta niha tenê du helîkopter hatine. Û ji bo ku vê kêmaniyê dagire, Swêd neçar mabû ku 15 Black Hawkan bikire. Ji bo buhayê wê,  parlemana Swêdê 4,7 milyar kron daye. Ango hişyariya ku FMV di tawsiya xwe de kiribû rast derket.

Serekefser Sölve Malm bazara helîkopteran şopandiye:

- Nabe wiha bibe. Bi pereyên dewletê, ango baca hew-welatiyan tê kirîn, îcar diviyabû ev kar bi awayek cidîtir bihataya kirin, Malm ji nûçeyên Radyoya Swêdê re dibêje.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista