Cara yekemîn e piştî nûçeya ducaniyê ku Prens Daniel û şahprenses Victoria xwe bi hev re nîşanî çapemeniyê didin. Wêne: Janerik Henriksson/Scanpix.

Ducaniya Victoria xezîneya zêrîn e

Doh Mala Kiraliyê eşkere kir ku şahprenses Victoria ducanî ye. Eger hertişt li gorî planê here, wê zaroka ku wê piştî wê bibe mîrasgirê taca kralî, di adara sala pêşiya me de çêbibe. Û ev biryar ji bo mala kiraliyê jî, çapameniya paparaziyê jî, nûçeyek bifêde ye, li gorî lêkolera çapemeniyê Esther Pollack li zanîngeha Stockholmê.  

Eshter Pollack dibêje di navbera Mala kralî û çapemeniya ku weşanên êvarê dikin de, hevjiyaniyek taybet heye. Ango popularîteya herdûyan ji hev bixwedî dibe.

Bi vê nûçeyê re êdî wê çapemenî bela xwe ji jiyana taybet ya kralî veke û mîna wî bixwe xwestibû: êdî wê çapemenî rûpelek nû veke, Esther Pollack, dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".