Desteserkirina Saabê berdewam e

Li bendê ye ku îro Daîreya Îcrayê biryarê bide ka ew ê desteserkirina malê Saabê berfirehtir bike yan na. Ew dema ji Saabê re hatibû dayîn ji bo deynê xwe yê 4,7 milyon kronî bide, derbas bûye. Di nava van çend hefteyên li pêşiya me de, wê Daîreya Îcrayê zêdeyî 40 milyon kronî desteser bike. 

Eger Saab ji deverekê fînansê bi dest nexin, Saab dê nikaribe meaşê karkirên xwe bide wan.

Di heman demê de jî, pirs zêde dibin di heqê Swedish Autombiles a xwediyê Saabê, piştî ku rêvebiriya kompaniyê biryar daye ku meaşê xwe pir zêdetir bikin.

Di kombûna ku di 19 ê gulanê de li dar ket de, dema ku hertiştê kompaniyê sekinî mabû, meaşê serokê rêvebiriyê, Hans Hugenholtz %600 zêde bibû, nûçeyên kanala 4an doh eşkere kir.