Borsa bi şid ket

Borsaya Stockholmê dîsa dikeve. Piştî saet 16:30 endeksa borsaya Stockholmê %5,4 ketibû. Pir borsayên ewrûpî jî bi awayek şid ketin îro. Li Frankfurtê 5,6 jêr sifirê bû û borsaya Londonê %4,3 daketibû dema saet 16:30 bû.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê endeksa Dow-Jones heta niha -4,0 û Nasdaq jî -4,6 ketine.   

Fikar hene ku ev ketinên mezin bandorê li konjunktura giştî bikin. Niha pêşbîniyên reşbîn hene. Niha li borsayê ”derya diheje”, bi gotina nûçegihanê bernameya nûçeyan ya Radyoya Swêdê, Ekot’ê, Christer Hillbom. Ew dibêje pêdivî heye ku serokên cîhanê biryarên cidî bidin ji bo çareseriyê.