Vebûna dibistanê zarokan nerehet dike

Di vê dema ku dibistanên Swêdê deriyên xwe vedikin piştî betlaneya havînê, ji sêyan yekê şagirtan ji ber sedem yan yê din dilnerehet in. Lêkolînek rêxistina Friends ev encam pêde kiriye. Hesta ku divê yek zîrek be, xebatên zehmet yên dibistanê, û tirsa tenêmayînê, ji wan tiştan in ku şagirtan nerehet dikin, li gorî lêkolînê.  

Gelek şagirt stres dibin ji ber lezûbeza kinc û tiştan, yan "çêr", "û xeberên nexweş" û pistepistan.

Tenê %43 yê şagirtan wiha hest dikin ku dibistan rê li acizkirin û henekpêkirinan digire.

Li lêkolîna ku Friends çêkiriye 1.025 şagirtên di navbera salên 14-17 beşdar bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista