Annie Lööf favorî ye

Li komcivîna partiya Navendê, ya ku wê li bajarê Åre li dar bikeve di navbera 22-25 îlonê de, wê serokek nû bê hilbijartin piştî Maud Olofssonê. Li gorî pirsîna Nûçeyên Radyoya Swêdê, Ekot, piraniya parlamenterên partiya navendê dixwazin ku Annie Lööf bibe seroka nû ya partiyê.

Yek ji parlamenterên ku dixwaze Annie Lööf bibe seroka partiyê, Karin Nilsson ya ji Kronoberg'ê ye:

- Bi ya min, hersê jî bi şêweyek pir baş siyaseta partiya navendê û daxwaziyên xwe yên xebata partiyê tînin ziman lê dîsa jî dibêjim ya ku vê yekê herî baş dike, Annie ye, Nilsson dibêje.