Serîhildêrên Lîbî dest danîn ser Terablus ê

Diyar rêjîma Muamar Qadafî ya di 40 salî de desthelat e li Lîbiyayê nuha ber bi dawî ve diçe, piştî ku serîhildêrên Lîbiya yê derbasî hindirê bajarê Terablusê bûn doh û ji hinder ve dest bi rizgarkirina wê ji hêzên Qadafî kirin. Wan dest danînin ser temamê bajarî ji bilî herêma serekî ya Qadafî.

Shaban Elgale, peyivdarê swêdî ye bo opozisyona lîbî, ew bi sivikbûn nûçeyên doh dişopand:

-Ez gelekî kêfxweşim ji ber bûyerên nuha li darin di hindirê Lîbiyayê de û li paytextê wê Terablus. Bûyerên bûn lîbiyan û temamê cihanî ecêbmayî hiştin, ku bi vî awayî, gelekî bi lez bû.

Yekîtiya ewrûpayê nuha ji serîhildêrên lîbî dixwazin ku bi awayekî berpirsiyardar tevgerê bikin û miletê sîvîl biparêzin. Û ji Muamar Qadafî dixwaze ku di cih de îstîfa bike.

Stratêjîsiyenê leşkerî Stefan Ring dibêje ku rîskek heye ku şer û nakokî berdewambin li Lîbiyayê:

- Bêguman ev tişteke mirov nikare hesabê wê neke, ji ber eger derbarê welatekî bê dezgehên bi hêz û ne jî welatekî normal ser xwe be, wê demê bêguman grûpên berjewendîperêz yên cuda yên dê hewil bidin bo berjewendîyên xwe şer bikin karin durist bibin.

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfelt hişiyarîyê dide ku nakokî û zorî di hindirê Libiyayê de dê berdewam bin, lê bi hêvîye jî ku serdema Qadafî bi dawî hatibe.

-Ez hêvîdarim ku zordestîya 40 salan dirêj kir nuha ber dawî de hatibe. Lê giring e jî em balê bikişînin wê ku nakokî her berdewamin, giring e Qadafî bên peyda kirin û berpisîyarîya encaman hilbigire ser xwe. Me em ev yeka dît dema Sadam Husein hate girtin li Îraqê.

Bila em nuha bêjin ku rewş bi rastî gelekî xeter e. Hejmareke gelek heye ji kesên dijber, berjewendî û mirovên çekdar yên aciz in, îca di rewşeke mîna vê de tirs heye ku zor û şidet bi pêşkeve û bêhtir bibe. Û derbarê bê Swêd kare çi piştgîrîyê pêşkêşî opozisiyona lîbî bike, serok wezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt wisa dibêje:

-Divê nuha birêveberîyeke din ya sîvîl bên danîn ya dixwaze ser rêya demokrasîyê de bimeşe. Divê destûreke nû bën danîn, rewşa tevgera aborîyê misoger bikin, û bêguman alîkarîya mirovî pêşkêş bikin, ya bingehîn. Û herweha ku pêşketina bo demeke dirêj ava bikin.

Ev hêvîyên demeke ronaktire, deemeke baştir e ya em nuha dibînin, her wekî me li welatên din yên erebî de dît.

Di meha adarê de konseya ewleyîyê ya neteweyên yekgirtî biriyar dan ku herêmeke qedexekirina hewayî danîn ser Lîbiyayê, piştî wê bi ne gelekî hevbendîya bergirî Nato birîyar da ku firokên leşkerî bikar bîne bo çavdêrî kirina qedexeya hewayî û piştî vê yekê hêrîşên heweyî ser rêjîma lîbî dest pê kirin.

Hêrîşên bûn yên merc bûn bo hilweşandina rêjîma Qadafî nuha, li gor stratêjîsiyenê leşkerî Stefan Ring:

-Bê wan hêrîşên hewayî, em dê îro ne di vê rewşê de bana. Bêguman biriyardar bû. Serîhildêrên lîbî dê bi serî xwe nikarîbana bi rêjîma Qadafî.

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt bi vî awayî bersiv dide bo pirsa eger ew amade ye hêza leşkerî ya swêdî rê bike Lîbiyayê bo garantî kirina ewleyîyê li wê derê?

- Bêguman ez amade me bo şîrove kirina rewşa nuha li dar e û mane dana wê.

Du ji kurên Qadafî hatine girtin û pirs nuha dimîn e bê ka Qadafî nuha li ku derê ye û çi li wî tê? Nûçegihanê kanala Svt, JB Löfgren yê gelekê caran ji Lîbiyayê rapor danin texmînên xwe dibêje:

- Ev bûye mîna şertanê, lê Cezaer texmîneke, bajarê wî bi xwe Sirt yekek din e. texmîneke sêyem ew ku di di qatên bin hotêla de be, hotêla Rixos, ya ku grûpên ragihandinê yên navneteweyî lê rûdinên.

Di bin wê de gelek sîstêmên sitara betonkirî henin û ku wî rojnemavnên di hotêlê de wekî parastinê bi kar anîbe. Lê diyare li gor Löfgren, ku Qedafî xwe zindî teslîm nake. Ew bawer dike ku belkî Qedafî daxwaza şandina xwe bike bo welatekî mîna Venezuela, ku ne girêdayî komîsiyona dadgeha tawankarên şerî li Haag be, ji ber ew nuha lê tên pirsîn li wê derê.