Li navenda Malmö xortek hat kuştin

Duh li navenda Malmö kesekî 20 salî bi guleyan hat kuştin. Xortê ku ji gelek ciyên xwe birîndar bû li nexweşxaneyê mir.

Wek gumanbar sê kes hatine girtin û polîs texmîn dike ku kuştin bi xwe ji hev safîkirineke karên derqanûnî ye.