Nêçîra hirçan dest pê kir

Duh li Swêdê nêçîra hirçan dest pê kir û di heman rojê de gelek heywan hatin kuştin. Di nava çend saetan de nêçîrvanan ragihandin ku wan 21 hirç kuştine.

Tenê li herêma Gävleborg 5 hirç hatin kuştin. Di nêçîra îsal de bi giştî wê 293 hirç li şeş wîlayetên cuda bên kuştin. Destûra nêçîra hirçan heya 15ê çirîya pêşîn berdewam e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista