wêne: Martti Kainulainen / SCANPIX

Maddeyên bi jehr di nav kincan de

Dîsa ew maddeyên ku zerar didine hawirdorê di nav kincan de xûya bûne. Rêxistina jîngehê Greenpeace 78 berheman ji 15 firmayên dinyayî ya cilan analîz kiriye û peyda kiriye ku nîsbeta maddeya jehrê nonylfenolexylat di nîva wan bêtir de tê pîvandin.

Ev jehra han di firmayên wusa de hene ku iddia dikin da wan maddeyan di berhemên xwe de qedexe kirine.

Li gor rêxistina Greenpeacê haya imalatkaran baş ji zincire berhemderanînê nîne li gor Navenda Nûçeyan ya Radioya Swêdê Ekot.

.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista