Li Swêdê ji bo piştgiriya Demirbaş dezgeh dikevin nav tevgerê.

7:05 min

Bi tevlîbûna birêvebirên hejmarek dezgeh û sazî, di nav wan de berpirsên Federasyona Komelên Kurdî, rêxistina mafê mirovan CHAK û Enstîtuya Kurdî jî amade di dawiya hefteya borî de civînek hat lidarxistin.

Însiyatîfgirên civîna ku li Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê pêk hat Komîta Piştgiriyê ya ji bo siheta Abdullah Demirbaş bû.

Komîta piştgiriyê ya ji bo siheta Abdullah Demirbaş berya heyvekê li Stockholmê hat avakirin. Berpirsê komîtê nivîskarê û lêkolînerê suryanî Jan-Bet Şaweoce ye.

Li bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkî ve li hember siyasetmedarên kurd rêbaz û metodên cuda tên bikaranîn. Ev du sal in ku 104 ji wan girtî 152 siyasetmedarên kurd ji doza ku bi navê doza KCKê tê naskirin tên darizandin. Di nav bersûcan de 28 birêvebirên Partiya Civaka Demokratîk DTP û 12 şaredar jî hene. Şaredarê Batmanê Nejdet Atalay, cîgirê serokê Komela Mafê Mirovan IHDê Muharrem Erbey û siyasetmedar Xetîb Dîcle di nav girtiyan de ne.

Li gor îddîanameya li hember wan, siyasetmedaran xwestine yekpareyîya dewleta Tirkî parçe bikin, ew endam û birêvebirên rêxistina PKKê ne û alîkarî dane rêxistinên terorî. Ev du sal in siyasetmedarên bersûc dixwazin bi kurdî îfada xwe bidin, lê daxwaza parastina kurdî tê redkirin û doz 26 caran hatiye taloqkirin. Ji aliyê din ve 6 kurdên ku di hilbijartinên hezîrana îsal de wek parlamenter hatin hilbijartin hîna di zindanan de ne. Hin siyasetmedarên mîna Ahmed Turk jî her çend wek parlementer hatine hilbijartin jî qedexe ye ku tevlî nav partiyek siyasî bibin.

Rengek din yê zextê li hember siyasetvanên kurd qedexeya derketina derveyî Tirkî ye. Mexdûrê dawî yê vê metoda ku ji aliyê Tirkî ve pir tê bikaranîn şaredarê Sûra Diyarbekirê Abdullah Demirbaş e.

Abdullah Demirbaş di sala 2009ê de ket zindanê. Di zindanê de nexweşiya wî ya bi navê ventrombosa giran dijwartir bû û rapora doktoran nîşan dida ku xetera mirinê li ser heye. Piştî zextên navnetewî Demirbaş di bihara 2010ê de hat berdan, lê derketina derveyî Tirkî lê hat qedexekirin.

Cîgirê serokê giştî yê CHAKê Gabar Çiyan di tîrmehê de serdana Demirtaş kir. Piştî ku nûnerê CHAKê Gabar Çiyan rewşa Demirbaş bi xwe dît û vegeriya Swêdê Komîteya Piştgiriyê ya ji bo siheta Abdullah Demirtaş li Stockholmê hat avakirin. Armanca komîtê pir zelal e. Ew dixwazin qedexeya derketina Demirbaş ya derve bê rakirin.

Berpirsê komîta piştgiriyê Jan-Bet Şaweoce suryanî ye. Di civînê de herwiha behsa desteka xurt ya komeleyên asûrî hat kirin û hefteya borî suryaniyekî din, parlamenterê Sosyaldemokratan Yilmaz Kerîmo li ser siheta Demirbaş pirsnameyek radestî wezîrê derve yê Swêdê Carl Bildt kir.

Li ser pirsa bê sebeba vê desteka xurt ya suryanî-asûriyan çi ye Jan-Bet Şaweoce vê wek erkek insanî dibîne lê herwiha ew balê dikişîne ser projeyên pirzimanî û pirçandî yên ku Demirbaş dane meşandin û mînaka Naûm Faîq dide.

Berpirsên komîtê dibêjin havîn êdî diqede, kes û rayedarên ne li ser kar vedigerin. Hêviya komîtê ew e ku berya dawiya vê salê ew bigihin armanca xwe û Abdullah Demirbaş ji bo tedawî bibe bikaribe derkeve derveyî Tirkî.